Dosya » Makaleler » biréz Barzani Dosya-bilgileri
   

biréz Barzani
09.08.2009 von Aliusta

Ji birêz Kek Berzanî re..


Ali Usta




Birêz Kek Berzanî yê ku Berzaniyê Nemir Bexþê gelî kurd kiriye,

Ji nû ve hilbijartina we ya serokatiya kurdistana baþûr weka pirraniya kurdan, bi min re jî þadî û kelecaneke afirand. Ez di peywira we ya ku, li gorî min ji we layiqtir tuneye de, serkeftinê dixwazim û emrekî dirêj ji bo daxwaz dikim.
Ez wek kurdekî ku bi salane têkoþîna we ji nêzîkayî ve diþopîne baþ dizanim, digel ku çaralî li we hatibû dorpiçkirin, bi hezaran entrîka û provakasyon li serê we hati li darxistin jî, hûn weka ku xwe ji xweliya xwe biafirînin we ev gel ji nû ve afirand. Ez di vê hiþmendiyê de me ku, rêyeke we ya dirêj û bi zehmeta ya weka yekîtiyê û xeyala me ya hezar salan serfirazkirina kurdistanê heye. Ez di vê rê de serkeftinê ji we re dixwazim, hestên xwe yên ji dil û can bi rê dikim.

Serokê bi rûmet.

Ez dixwazim bi we bidim zanîn ku, ne weka we be jî, dilê me ji bo axa welatê me diavêje. Wî welatê ku we bi salan, li ser zext û zor dît, hûn hatin qirkirin, we bi xwîn û canên xwe afirand.

Bi taybetî jî xebatên we yên bi ezm û sebrê ên ku hûn ji bo yekîtiya kurdan li dar dixin, dibe sedema þanazî û kêfxweþiya vî gelê me yê ku bi salan di nava þerê birakujî yê de maye.

Birêz Kek Berzanî,

Welatê me yê ku bi hemû awayî bûbû kavil, we ji nû ve ava kir, ez zanim ku serkeftinên we yên di welatê me yê demokratîk de, hê dê li ber serkeftinên we yên pêþerojê dê hindik bimînin. Ez serkeftinê dixwazim ji bo xebatên we yên di warê perwerdehî, mafê mirovan, kêmasiyên di zagonên medenî de. Hûn haydarin ji kêmasiyên me yên neyînî yên ku ji ber mêtingehbûnê mane. Ez serkeftinê ji bo xebatên di vî warî de jî dixwazim.

Weka ku di mînakên partiyên me yên din de jî diyar bû: hat têgihaþtin ku kurd tenezûlî êl û partiyên cûda yên ku ji bo serfirazî û daxwaziyên neteweyî naxebitin nakin. Ev yek jî ji bavê we yê nemir û lehengên me mîrat e ji me re.

Serokê Kurdistanê yê hêja.

Ez dîsa serkeftinê ji bo doza we ya xemkêþ û bi zehmet ya ku we ji bo danexistina Ala rengîn û Þehîdên me daye dixwazim, û serokatiya we ji nû ve pîroz dikim. Rêz û hurmetên xwe pêþkeþ dikim.


Baski görüntüsü   druckbare Version anzeigen
Seite empfehlen   Artikel empfehlen
0 Kommentar(e)   kommentieren
 
Sayfa baslangici nach oben