Dosya » Makaleler » ARAMé TIGRAN Dosya-bilgileri
   

ARAMé TIGRAN
09.08.2009 von JI lotikxané vergirt

Oxirbe mamosteyê hunera gelê Kurd Aramê Tîgran Oxirbe..


Em hunermendê rojavayê Kurdistan, me bi dilekî xemgîn nûçeya koçkirina dawî a hunermendê internasyonal Aramê Tîgran bihîst. Aram xwediyê kesayetek azad û bihêz bû ku heya katjimêra xwe a dawî girêdayî çand û hunera gelê Kurd û di pêþxistina çand û hunera Kurd de xwedî erk bû.

Em li ber stran û awazên hunermend Aramê Tîgran mezin bûn û emê bi hemî hêza xwe li mîrasa ku nemir Aram ji me re hiþtiye xwedî derkevin.

Here bilbilê gelê Kurd oxirbe ji te re.
Here mamoste, bi deng û awazên xwe civata pênûsa azad a ku li goristana deriyê ruhayê li benda hatina te ye xweþ bike.
Here bera bircên keleha Amedê li ber strana te govendê bigre
Here cihê ku kulîkên azadiyê lê vedibin cihê hêviyên xwe, oxirbe mamoste oxirbe.

Em ji malbata Tîgran û hemî hizkiriyên strana Aram re sersaxiyê dixwazin û êþa koça wî bi wan re parvedikin û dibêjin: Bera serê wan, gelê Ermenî û gelê Kurd sax be û ji xwedayê dilovan dixwazin ku cihê mamosteyê nemir buheþt be.


Baski görüntüsü   druckbare Version anzeigen
Seite empfehlen   Artikel empfehlen
0 Kommentar(e)   kommentieren
 
Sayfa baslangici nach oben